H’emû nûçe

Nîkol P’aşînyan: nava van sal nîveke dawîda li ser sînorê ermenîya-azêrîya h’alê sert kêm bûye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan gotîye,wekî nava van sal nîveke dawîda li ser sînorê ermenîya-azêrîya h’alê sert kêm bûye. “Bi t’omerî hildayî nava heleqetîyên ermenîya-azêrîyada her dem jî qezîya hebûye, lê ez dixwezim bêjim,wekî qezîya çend sal pêşda diha zêde hebûne, ne ku r’oja îroyîn.Eger em h’alê li ser sînor r’aberî monîtorîngê bikin, emê bibînin,wekî h’alê sert kêm bûye û ew yek nava encamên gotûbêjkirinên li Dûşanbê pêşda hatîye”,-P’aşînyan gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî nava şuxulk’arîya h’elkirina pirsgirêka Qerebag’êda dînamîka h’ewask’ar heye. “Telebextr’a h’al bi t’omerî hildayî li ser dereca diha nimize, lê ew yek berdewam dibe û r’oja îroyîn jî kuştî hene. T’u kes nabêje,wekî nava pirsgirêka Qerebag’êda em gihîştine h’elkirinê, lê alîkî mayînva jî ez difikirim, wekî nava şuxulk’arîya hevr’axeberdanada dînamîka h’ewask’ar heye û ez optîmîstim,wekî ewê pêşda her’in”,-P’aşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button