SerekeSîyasî

Serekwezîr e’lam kirîye,wekî p’ir’anîya de’wek’arîyên protêstokira hatîye r’azîkirinê

Serekwezîrê Îraqê Adil E’bdil Mahdî bi e’lametîêva pêşda hatîye, k’îjanêda bangî protêstokira kirîye,ku protêstokirina bidine sekinandinê, çimkî p’ir’anîya de’wek’arîyên wan ji alîyê seroketîyêda hatine r’azîkirinê.Em bêjin,wekî cime’ta li Beg’dayê û provînsîyaên Îraqêye başûr destpêka cotmehêda protêstokirin destpê kirine û de’wê dikin, ku gava biavêjin bona r’astkirina qulixdarîyên dewletê û şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê. Serekwezîr gotîye,wekî we’de hatîye ku derbazî jîyana e’dilbin, çimkî seroketîya Beg’dayê h’emû tiştî lê dinihêr’e.Ewî daye dîyarkirinê,wekî dewletê r’ûê wan protêstokirinada îdî mîlîyard unda kirine, r’ûê çida nava sêktora neftêda hene hevaltî ku sekinîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button