Cîhan

Teyarên r’ûsîye leşkerîye SÛ-3O SM wê dawîya vê salê yan jî destpêka sala 2O2O-î bên Ermenîstanê

Teyarên R’ûsîye 3O SM-e p’ir’fûnksîonal wê dawîya evê salê, yan jî destpêka sala tê bêne Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda wextê qisa t’evî r’ojne’mevana wezîrê Erenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan gotîye. “Teyare yan wê meha k’anûnê, yan jî mehên çile, sibatê bên Ermenîstanê”,-wezîr gotîye û serda zêde kirîye,wekî ew yek pêşda jî usa têr’a hatibû dîtinê. Pêşda derheqa wê yekêda hatibû e’lamkirinê,wekî Ermenîstanê teyarên wî cûr’eîye leşkerî wê ji R’ûsîyaê bik’ir’e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button