H’emû nûçe

Freedom House:Ermenîstan nava goveka azayêda nava Avrasîyaêda cîyê e’wlindaye

Nava goveka întêrnêta sala 2O19-a Ermenîstan nava Avrasîyaêda cîyê e’wlinda hatîye naskirinê. Derheqa wê yekêda r’aporta t’eşkîleta mafp’arêze Freedom Hous şe’detîyê dide. Bi dereca h’emdinîayî, Ermenîstanê cîyê h’eyşta girtîye, piştî ŞAY û Fransîyaê.Ew bi dereca azaya întêrnêtê ne t’enê ji cînarên xwe pêş k’etîye, lê usa jî ji Yaponîyaê û Korêya Başûr pêşda çûye. Normên azaya întêrnêtêye h’îmlî sisêne: sînorkironên mafê întêrnêtê, sînorkirinên fikira û t’er’ibandina mafên nava întêrnêtêda. Ermenîstan t’evî Argêntînayê, Kanadayê, Êstonîyaê, û Îslandîyaê k’etîye nava navnîşa pênc welata, h’ukumatên k’îjana t’u gav neavîtine, ku întêrnêtê bidine sînorkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button