H’emû nûçe

K’emala Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bona me ya stratêgîye:Nîkol P’aşînyan

K’emala Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bona me ya stratêgîye.Derheqa wê yekêda wextê r’asthatina t’evî serokên parlamêntên welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Em h’esab dikin,wekî Organîzeya Bêqezîyabûna Kolêktîv li r’êgîona me bona qewînbûnê û bêqezîyabûnê faktora girînge.Em girîngîyê didine hevk’arîya meye nava doranên organîzeyêda.Berê e’wlin nêzîkbûnên meye t’omerî hindava koordînasîya sîaysîya hundur’e, paşê hevk’arîya leşkerî- têxnîkîye û usa jî nêzîkbûna t’omerîye hindava qezîyaên t’omerî. Qezîya pêşda tên û tên guhar’tinê û em gerekê wanda adêkvatbin. Sîstêma me gerekê anegorî wan qewimandinabe, yên ku li r’êgîona me, li dinîyaê hene û ez gelekî şame,wekî em bona wê yekê nava organîzeyêda hevk’arîyê dikin”,-P’aşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button