H’emû nûçe

Li Yêrêvanê civînên şêwira welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv û usa jî ya wane parlamêntîyê derbaz dibin

Çar û pêncê meha mijdarê li Yêrêvanê civînên şêwira welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv û usa jî ya wane parlamêntîyê derbaz dibin. Çawa ku hatîye r’agîhandinê, îro civîna organîzeyêye parlamêntîyê derbaz bûye. T’evî wê civînê  bûne serokê parlamênta Ermenîstanê Arart Mîrzoyan, sedirê civîna organîzeyêye parlamêntîyê Vyaçêslav Bolodîn, serokê parlamênta Tacîktstanê Şûkûrcon Zûxûrov, serokê parlamênta Qazaxstan Nûrlan Nîgmatûlîn, serokê parlamênta Qirqizstanê Dastan Cûmarbêkov, cigirê serokê şêwira Fêdêrasîya R’ûsîyaê Yûrî Vorobyov.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button