SerekeSîyasî

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî jî dêlêgasîya kongrêsa ŞAY qebûl kirîye

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî jî dêlêgasîya kongrêsa ŞAY li Hewilêrê qebûl kirîye. Me çawa dabû dîyarkirinê nava t’eşkîla dêlêgasîyaêda wek’îlên herdu partîyaên amêrîkî jî bi serk’arîya Adam Smît’ hazir bûne. Wextê r’asthatinê heleqetîyên di navbera Hewilêrê û Waşîngtonêda hatine gotûbêjkirinê.Usa jî derheqa h’alê li Îraqêyî sert xeberdan çûye, çimkî ji destpêka meha cotmehêda protêstokirinên dijî h’ukumata Îraqê berdewam dibin. Anegorî înformasîyaên “Bas Nyûs”-ê dêlêgasîya kongrêsa ŞAY wê usa jî her’e Sûrîyaê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button