Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî r’azalixî e’lamî ŞAY û endamên koalîsîonêye mayîn kirîye bo wê yekê,wekî ew her dem piştgirîya leşkerî û şêwirdarî dide pêşmerga.Derheqa wê yekêda serokê K’urdistanê wextê r’asthatina t’evî dêlêgasîya kongêrêsa ŞAY gotîye.Nava t’eşkîla dêlêgasîyaêda endamên ji herdu partîyaên amêrîkî hene, serk’arîya k’îjana dikir Adam Smît’.Xeberdan usa jî derheqa r’êformên nava wezîreta pêşmergada çûye.Fikir dora protêstokirinên li Beg’dayê û bajar’ên Îraqêye mayînda hatine p’evguhar’tinê.T’evbûên r’asthatinê derheqa heleqetîyên di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda dane dîyarkirinê û gotine,wekî pêwîste pirsên mayîn jî bidine h’elkirinê.
Herwiha kontr’ol bike
Close