Cîhan

Hîvîyêne,wekî civîna Ermenîstan-Yûnanstan-Qibrise sêalî wê derbazbe:r’asthatina P’aşînyan-Pavlopûlos derbaz bûye

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr li h’ukumatê r’astî serokê Yûnanstanê Prokopyos Pavlopûlos hatîye.Nîkol P’aşînyan daye dîyarkirinê,wekî heleqetîyên dualî li ser dereca bilindin û li ser h’îmê wê yekê wê hevk’arîya êkonomîkîye k’ardar îzbatbe. “Meha çileda civîna sêalî, ya Ermenîstan-Yûnanstan-Qibris wê li Yêrêvanê derbazbe.Ewê bibe qewimandineke girîng, ya ku wê heleqetîyên me diha k’ardar bike.Ez dixwezim bidime dîyarkirinê,wekî li Ermenîstanê hindava Yûnanstanê nêzîkbûneke cuda heye û cime’ta me bi qîmetkirin wê yekê bîr tîne,wekî sala 1996-a Yûnanstanê bi r’esmî k’omkujîya Ermenî nas kirîye.Ez dixwezim bêjim,wekî sala 2O15-a jî parlamênta Ermenîstanê k’omkujîya  yûnana û asorîya bi r’esmî nas kirîye. Bi fikira min ev yek h’îm çê dike ku nava pirsên bêqezîyabûna globalda em r’êyên hevk’arîyê bibînin, çimkî naskirina k’omkujîya ne t’enê naskirina dîrokêye, lê usa jî ce’dandinên bona bêqezîyabûnê û îzinnedayîna k’omkujîyaye”,-Nîkol P’aşînyan gotîye. Prokopîos Pavlopûlos ce’dandinên Ermenîstanê û cime’ta ermenî silav kirîye, yên ku bona naskirina k’omkujîyê tên xebitandinê. “Ez gelekî şame û  ewê hevk’arîya sêalî, ya di navbera Ermenîstanê, Yûnanstanê û  Qibrisêda silav dikim. Ez gumanim,wekî hevk’arîya sêalî wê ne t’enê  k’arê bide, lê bona her welatekî k’ardarbe, usa jî bona hevk’arîya Ermenîstanê û Yektîya Avropayê”,-serokê Yûnanstanê gotîye.Xeberdan usa jî derheqa heleqetîyên dualî, p’ir’alî, usa jî hevk’arîya Ermenîstanê û Yektîya Avropayêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button