Cîhan

T’irk’îya gerekê dîroka xwer’a qayîlbe û cabdarîyê bik’işîne: serokê Yûnanstanê

Serokê Yûnanstanê Prokopîos Pavlopûlos ji Ermnîstanê berbir’î T’irk’îyaê bûye.Wextê e’lametîya t’evayî, ya serokê Yûnanstanê û serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan xeberdan derheqa k’omkujîya Ermenî û k’omkujîya yûnanên Pontosêda çûye. Pavlopûlos gotîye,wekî T’irk’îya gerekê dîroka xwer’a qayîlbe û cabdarîyê bik’işîne. “Em k’omkujîya Ermenîya bîr tînin û em pêr’a jî k’omkujîya yûnanên Pontosê bîr nakin.Em şane,wekî çend r’oj pêşda palata ŞAY-ye Wek’îla dorana welatên ku k’omkujî nas kirine, berfire kir. Sala 1996-a prlamênta me k’omkujîya Ermenî nas kir û 24-ê nîsanê çawa r’oja k’omkujîya Ermenîya hate e’lamkirinê, lê sala 2O14-a jî qanûna derheqa înk’arkirina k’omkujîya Ermenîda hate qebûlkirinê.Ez dixwezim r’zalixîyê e’lam bikim,wekî ji alîyê parlamênta Ermenîstanêda k’omkujîya Yûnanên Pontosê hatîye naskirinê.Ji vir em bangî T’irk’îyaê dikin, ku ew gerekê dîroka xwer’a qayîlbe, caba wê yekê bide û gerekê baxşandinê bixweze”,-serokê Yûnanstanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button