Wek’îlê dêpartamênta ŞAY-yî dewletê e’lam kirîye,wekî sanksîyaên dijî T’irk’îyaê û r’êzolyûsîya derheqa şermezarkirina k’omkujîya Ermenîaye sala 1915-a, ya ku ji alîyê palata ŞAY-ye wek’îlada hatibû qebûlkirinê, dikarin p’êwendîyên t’evî T’irk’îyaê bidine sertkirinê. Admînîstrasîya serokê ŞAY Donald T’ramp bona wê yekê ner’ih’ete,wekî ew sanksîya dikarin r’îya h’elkirina pirsgirêkên t’evî T’irk’îyaê bidine bir’înê. H’ukumata T’ramp wê yekê înk’ar dike,wekî qirara wane derheqa derxistina leşkerên amêrîkîye ji bakûrê Sûrîyaê îşiqa k’es bona T’irk’îyaê vêxist, ku ew opêrasîyona dijî k’urda destpêke.Wek’îlê palata wek’îla Êlyot Êngêl gotîye,wekî r’ûê wê qirarêda hevk’arên wane ji k’urdên Sûrîyaê şih’îd k’etine. Sênator Bob Mênêndês jî wextê civîna Sênatê e’lam kirîye,wekî gerekê gav bêne avîtinê, ku T’irk’îyaê bona t’er’ibandina mafên mêrive li Sûrîyaê bînin ber cabdarîyê. Sênator kirinên T’irk’îyaêye li Sûrîyaê çawa zordarî, barbarî nav kirine.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close