Çand
Sûkên dinîyaêye sînêmayê hindava fîlma derheqha Aram Xaçatryanda h’ewask’arîya xwe dane dîyarkirinê
Hevaltîya r’ûsîye sînêmayê “Mars Mêdîya”-ê wê li sûka sînêmaêye hersaleye li Santa Monîkayê fîlma Yûsûp R’azîkove derheqa Aram Xaçatryanda r’aberke.Sernavê fîlmê “R’eqasa bi şûra”-ye û ew fîlm bi hevk’arîya R’ûsîyaê û Ermenîstanê hatîye hazirkirinê. Fîlm îdî li Yaponîyaê, T’aylandê, welatên Amêrîka Latînî hatîye frotanê.Hevaltîya Santa Monîkayê bo wê yekê hevr’axeberdana usa jî t’evî hevaltîyên mayîn derbaz dike.