SerekeSîyasî

Advokatên K’urdistanê bangî Îraqê dikin, ku t’erka guhar’tinên nava konstîtûsîyaêda bidin

Cêrge h’iqûqzanên li K’urdistanê bangî Îraqê kirine ku ce’dandinên xweye bona guhar’tina konstîtîya welêt bidine sekinandinê, çimkî ew gav ne yên konstîtûîsonin.Destpêka mehê parlamênta Îraqê komîtê saz kir, ku guhar’tina nava konstîtûsîyaêda bikin, lê K’urdistanê jî çend cara ner’ih’etîya xwe e’lam kir girêdayî wê yekêr’a.Anegorî dokûmêntê, ya ku 2O advokata îmze kirine, hatîye îzbatkirinê,wekî komîtêya Îraqê wextê neqewînbûnê hatîye sazkirinê, ya ku tê h’esabê çawa t’er’ibandina konstîtûîyaê.Nava xala 142-da hatîye dîyarkirinê,wekî komîtêyên wî cûr’eyî pêşîya sazbûna parlamêntê tên sazkirinê.Usa jî hatîye gotinê,wekî nava komîtêda jî wek’îlên ji frak’sîyaên cuda-cuda cîyê xwe nagrin, lê t’enê wek’îlên frak’sîyakê k’etine nav.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button