Cîhan
Ermenîstanê pêşnîyar kirîye qewatên xilazkira bişîne zona Îranêye e’rdh’ejê
Piştî e’rdh’eja li zona K’omara Îranêye Îslamîyê wezîrê Ermenîstanêyî h’alê qeydeder Fêlîk’s Solakyan axavtina bi têlêfonê t’evî cîgirê baylozê Îranêyî li Ermenîstanê E’lî Meh’med Mot’ag’î derbaz kirîye û hîvî kirîye ji alîyê wîda serxweşîyê bide cime’ta Îranê û malbetên kuştîya, lê birîndar’a jî sag’lemîya lez xwestîye.Wextê axavtina bi têlêfonê, Fêlîk’s Solakayan pêşnîyar kirîye qewatên xilazkira bişînine zona e’rdh’ejê.H’eyştê mijdarê seh’eta duda derbaz 47 deqe ji şeherê Îranêyî Ardêbîlê 45 kîlomêtr berbi başûr bi qewata 5,9 bala e’rdh’ej qewimîye,wextê k’îjanê kuştî û birîndar hene.E’rdh’ej usa jî li Kapanê, Gorîsê, Yêg’êgnazorê, Mêg’rîyê Araratê û Yêrêvanê hatîye t’exkînkirinê.