P’aşînyan t’evî Lavrov cêrga pirsên heleqetîyên ermenîya- r’ûsa gotûbêj kirine
Nîkol P’aşînyanê serekwezîr cêrge pirs t’evî Sêrgêy Lavrovê wezîr gotûbêj kirine. P’aşînyan wextê xeberdana xwe gotîye: “Hûn cara dawî bi seredana r’esmî li Ermenîstanê bûne,wextê k’îjanê li Ermenîstanê guhastinên mezin qewimîne. Ez dixwezim bêjim,wekî nava encamên wan guhar’tinada heleqetîyên di navbera herdu welatên meda dînamîka nû stendine”. Sêrgêy Lavroa silavên Vladîmîr Pûtînê sedir û serokê h’ukumatê Dmîtrî Mêdvêdêv gîhandine serekwezîrê Ermenîstanê û daye dîyarkirinê,wekî di navbera Ermenîstanê û R’ûsîyaêda heleqetîyên six îzbat bûne. Ewî daye dîyarkirinê,wekî zûtirekê civîna komîsîya ort’eh’ukumatîyê wê derbazbe. Usa jî fikir dora pirsên r’êgîonê hatine p’evguhar’tinê û derheqa pirsgirêka Qerebag’êda hatîye dîyarkirinê. P’aşînyan derheqa r’ola R’ûsîyaêye girîngda, ya nava bêqezîyabûna r’êgîonê û qewînbûna wêda xeberdaye.