Cîhan

Wezîrên Ermenîstanê û R’ûsîaêyî k’arên der li ser wê fikirêne, wekî xêncî aşîtîyê r’êke başqe li r’êgîonê t’une

Nava pirsa h’elkirina de’w û doza Qerebag’êda Zohrab Mnasakanyanê  wezîrê k’arên der û Sêrgêy Lavrovê wezîrê k’arên der li ser fikirekêne, wekî xêncî aşîtîyê li r’êgîonê r’êke başqe t’une. Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa t’evayî, wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der  Zohrab Mnasakanyan gotîye.“Min ce’dandinên h’emsedirên k’oma Mînskê, nava wanda usa jî yên R’ûsîyaê bilind qîmet kirin, yên ku dik’evine nava doranên h’elkirina pirsgirêka Qerebag’bêye bi r’îya e’dil. Pirsgirêka Qerebag’ê derheqa mîyaserbûna mafên welatîyên medane. Em çawa gar’anta bêqezîyabûna arsaxîya, borcdarin h’elkirina pirsgirêkêye bi r’îya e’dil ç’areserkin”,- Mnasakanyan gotîye. Sêrgêy Lavrov gotîye,wekî R’ûsîya hazire ce’dandina berdewamke, ku pirsgirêk bi r’îya e’dil bê h’elkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button