H’emû nûçe

Kongrêsmêna ŞAY bangî k’atibê dewletê kirîye, ku ew piştmêrên Êrdog’ane ku mîtîngvanên ermenî û amêrîkî xistibûn, ji welêt derxin

Kongrêsmêna ŞAY Lîz Çêynî bangî k’atibê ŞAY dewletê Mayk’ Pomêyo kirîye, ku vîzayê nedine wan piştmêrên Êrdog’an, yan jî wana ji welêt derxin, yên ku welatîyên amêrîkî xistibûn.Ewê ne’mene nivîsîye ser navê k’atibê dewletê û bîr anîye, wekî sala 2O17-a wextê êrîşa li Waşîngtonêye li ser t’evbûên mîtîngê wan piştmêrên Êrdog’an nehêlin, ku ew bêne ŞAY yan jî wana ji welêt carekêr’a bidine derxistinê. “Mixabin, ew yek bona Êrdog’an li T’irk’îyaê tiştekî herr’ojeye.Ew yek dijî qîmetîyên amêrîkîye û li vir nayê silavkirinê.R’êjîma Êrdog’an zordarîyê hindava welatîyên bêsûc dide xebatê, û ew yek tiştê qebûlkirinê nîne”,- ewê gotîye. Em bîr bînin,wekî sala 2O17-a meha gulanê, wextê seredana Êrdog’ane li Waşîngtonê, piştmêrên wî mîtîngvanên e’dil xistibûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button