SerekeSîyasî

Li T’irk’îyaê dîsa du serokên şaredarîyêye ji partîya Dêmokrasîya Gela girtine

Polîsîya T’irk’îyaê dîsa du serokên şaredarîyêye ji partîya Dêmokrasîya Gela, yên ji Wanê girtine. T’irk’îyaê ew nava wê yekêda gunek’ar kirine, ku p’êwendîyên wane t’evî PKK-ê hene.Ew yek nehatîye eşkerekirinê, lê ew herdu meriv girtîne.Piştî girtina wana, ji alîyê dewletêda dewsa wan du meriv hatine k’ifşkirinê.Em bêjin,wekî du sal pêşda dewletê destbi kampanîya dijî Partîya Dêmokrasîya Gela kir û nava encamên wê yekêda bi seda parlamêntvan û nevsên derecebilinde ji partîya Dêmokrasîya Gela h’ebsên t’irkadanin, nava wandane usa jî şuxulk’arê sîyasîyî k’urd û serokê partîya Dêmokrasîya Gelayî berê Salh’edîn dêmîrt’aş.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button