Civak

Wezîreta Ermenîstanêye k’arên der kirina têr’orîstîye li Sûrîyaê şermezar kirîye

Wezîreta Ermenîsîanêye k’arên der girêdayî kirina têr’orîstîye li bajar’ê Qamişloêr’a e’lametî belav kirîye û ew yek şermezar kirîye.R’ûê wê kirinêda serwêrê dêra ermenîye li Qamişloê  Hovsêp’ Pêtoyan û Hana Pêtoyan hatine kuştinê. “Em kirina têr’orîstîye li Dêyr Zorê şermezar dikin, nava encamê k’îjanêda serwêrê dêra ermenîye kat’olîke li Qamişloyê Hovsêp’ Pêtoyan û bavê wî bi barbarî hatine kuştinê”,-nava e’lametîya wezîreta Ermenîstanêye k’arên derda hatîye gotinê. Ew kirin t’eşkîleta DAÎŞ-ê hildaye ser xwe. “Nava meha dawîda dagirkirina leşkerîye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê û kirinên têr’orîstîye aktîvbûyî zyanê didine binelîyên e’dil, nava wanda net’ewên kêmjimar.Ev yek gerekê ji alîyê civaka navnet’ewî bê şermezarkirinê.Em serxweşîyê didine malbetên kuştîya, ola ermenîye li Sûrîyaê û t’emamîya ermenîyên li Sûrîyaê.Ermenîstanê bi piştgirîya hûmanîtarî emekê xwe bike nava k’arê qewînbûna h’alê li Sûrîyaê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button