H’emû nûçe
H’etanî dawîya salê li Ermenîstanê zêdaya êkonomîkîye h’evt selefa têr’a tê dîtinê

Encamên êkonomîkîye sala îsalin didine k’ifşê,wekî xebata h’ukumatêye mîyaserkirî k’ardare. Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye.H’ukumata me ji destpêka şuxulk’arîya xweda r’ojeva şorişa ekonomîkî e’lam kirîye.Bona wê yekê me sê alî pêşda k’işandine.Alîyê e’wlin şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinêye, yê duda t’unekirina monopolîyaêye û ya sisîya şer’k’arîya dijî êkonomîka neeşkeredane.Em dikarin bêjin,wekî encamên sala 2O19-ye êkonomîkî didine k’ifşê,wekî em hîvîyêne ku h’etanî dawîya salê h’evt selef zêdayî wê hebe”,-P’aşînyan gotîye.