Sport

Art’ûr Alêk’sanyan wê piştîgirîyê bide YÛNÎSÊF-ê ji bo bilindkirina mafê sag’lemî û xwerina zar’oka

Lîstikçîyê olîmpîyê,  çêmpîonê dinîyaê û Avropayê Art’ûr Alêk’sanyan li Ermenîstanê bû baylozê YÛNÎSÊF-êyî xêrxwez.Bi r’agîhandina “Armênprêss”-ê çêmpîonê olîmpîyê  ji bo bilindkirina maf  û sag’lemîya zar’oka wê piştgirîyê bide. “ Bo min qedirekî bilinde bibime baylozê xêrxwez. Min pêşnîyar  carekêr’a qebûl kir, çimkî ew paşwextîya zar’ar’a girêdayî bû”,- Alêk’sanyan got.  Endama YÛNÎSÊF-ye li Ermenîstanê Tatyana R’adoçayê nava axavtinêda r’azalixî e’lamî çêmpîonê olîmpîyê kir bona t’evûna nava malbeta YÛNÎSÊF-ê û da bawarkirinê, wekî bi alîk’arîya Alêk’sanyan wê li Ermenîsanê bighîjine encamên mezin. Li Ermenîstanê baylozê YÛNÎSÊF-yî xêrxweze  usa jî fûtbolîstê Ermenîstanê Hênrîk Mxît’aryan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button