SerekeSîyasî

K’urdên Sûrîyaê gerekê nebine cangorîyên h’ewask’arîyên ŞAY û T’irk’îyaêye êkonomîkî

K’urdên ku li Sûrîyaê dijîn, gerekê bahê h’ewask’arîyên êkonomîkî û p’êwendîyên di navbera ŞAY û T’irk’îyaêda bidin.Derheqa wê yekêda serk’arê merk’eza çapemenîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk, Mistefa Balî gotîye. Ev şirovekirin peyî wê yekêr’a hatîye kirinê,wextê ku serokê T’irk’îyaê R’eceb T’ayb Êrdog’an çûye Vaşîngtonê û r’astî serokê ŞAY Donald T’ramp’ hatîye. Mistefa Balî daye dîyarkirinê,wekî ew derheqa p’evk’etinên di navbera ŞAY û T’irk’îyaêda haj pê t’unene.” Feqet em h’esab dikin,wekî tiştek wextê prêss-konfêransê hatîye gotinê û ew yek wextê hevdîtina seroka nehatîye gotûbêjkirnê”,-Mistefa Balî gotîye.Ewî daye dîyarkirnê,wekî Waşîngton gerekê gar’antîya bêqezîyabûna pêşer’oja k’urda bide û k’urd gerekê nebine cangorîyên h’ewask’arîyên ŞAY û T’irk’îyaêye êkonoîkî. Bi gotina Balî, di navbera hêzên Sûrîya Dêmokratîk û Waşîngtonêda p’êwendîyên baş hene, û k’urdên Sûrîyaê bi optîmîstî li hevk’arîya t’evî ŞAY dinihêr’in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button