SerekeSîyasî

Nava encamên protestokirinên li Îranê li K’urdistana Îranê 21 k’urd hatine kuştinê lê 142 jî birîndar bûne

Here kêm 21 k’urd ji alîyê qewatên bêqezîyabûnêda hatine kuştinê, wextê ku li Îranê cime’t derk’etîye meşê  protêsto kirîye, girêdayî bilindbûna bahê bênzînêr’a. Hatîye r’agîhandinê,wekî protêstokirin li t’emamîya Îranê destpê bûne, nava wanda li bajar’ên k’urdaye K’irmaşahê, Şahabadê, Senendecê û Merîwanê.Anegorî înformasîyaê, 14 protêstokirên k’urd li Civanr’oyê hatine kuştinê, şeş li Merîwanê û yek jî li Senendecê.Usa jî hatîye r’agîhandinê,wekî 142 protêstokirên k’urd birîndar bûne, ji k’îjana  çend meriv giran birîndarin. R’oja yekşemê li çend provînsîya çawa r’oja hêsabûnê e’lam kirine.Seroketîya dewletê  xebitandina întêrnêtê daye sînorkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button