SerekeSîyasî

T’irk’îya dîsa bona bêqezîyabûna cime’ta ermenîye ku k’omkujî dîtîye, çawa qezîya dimîne:wezîreta Ermenîstanêye k’arên der

Wezîreta Ermenîstanêye k’arên der caba e’lametîyên serokê T’irk’îyaêye li ŞAY belavkirî daye. “Bin r’onaya şuxulk’arîya naskirina k’omkujîya Ermenîda, serokê T’irk’îyaê van r’oja bi e’lametîyên dijî hev û yên ku r’astîyê t’evî hev dikin, pêşda tê.Nava wan e’lametîyada gotinên usa hene, meremê k’îjana ewe, ku bi r’îya bêhurmetkirina qedirê cangorîya k’omkujîyê bidine afûkirinê.Serokê T’irk’îyaê Êrdog’an dîsa 24-ê meha nîsanê îdî k’omkujîya Ermenî daye afûkiriê, nava k’îjanada cangorîyên k’omkujîyê çawa k’omên ermenîye qaçax û piştgirên wan nav kirine. Niha serokê T’irk’îyaê cangorîyên k’omkujîya Ermenî ji welatên wane dîrokî miqûf dihêle, wana çawa k’oçer nav dike û dîroka binelîyên r’êgîyonê, kal û bavên xwe bîr dike. Naskirin û gunek’arkirina k’omkujîya Ermenî bona heqîtîya dîrokê pêwîste. Feqet ew ne t’enê bona dîrokê yan jî dîrokzana pêwîste, çiqasî bona merivatîyê ew pêwîste, ku t’aybetî bona xirabk’arîyên ku tên mîyaserkirinê. Ew bona wan meriva û cime’ta lazime, yên ku r’oja îroyîn milet û k’omên kêmjimarin, k’îjana çawa têr’orîst nav dikin, wana dizêrînin û ji cî û warên wan dişih’itînin.Bona peyîhatîyên k’omkujîya Ermenî û civaka navnet’ewî, k’omkujîya Ermenî r’astîye, ya ku usa jî bona hazirkirina konvênsîya sala 1948-a bûye h’îm.Bi afûkirin û înk’arkirina k’mokujîya Ermenî, bi xebitandina sîyasîya agrêsîve hindava cînarên xweda, h’esarkirina Ermenîstanê, piştgirîya hindava Adirbêcanêda, ya nava h’emtêk’sta de’w û doza Qerebag’êda, T’irk’îya bona bêqezîyabûna cime’ta Ermenî, ya ku k’omkujî dîtîye, çawa qezîya dimîne. T’irk’îya gerekê sîyasîya dijminatîyêye hindava Ermenîstanê û cime’ta ermenî lê binihêr’e, ya ku dikare bibe çawa gava e’wlin bona alt’kirina encamên k’omkujîyê û kêmkirina qezîyaên r’êgîonê”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button