SerekeSîyasî

Bi t’eslîmkirina serokê K’urdistanê komîtêya pêşmergaye yekbûyî saz bûye

K’atibê prêssyaê, yê wezîreta pêşmerga Babek’ir Feke derheqa sazkirina komîtêya pêşmergaye yekbûyîda e’lam kirîye, ya ku bi t’eslîmkirina serokê K’urdistanê hatîye kirinê.Ewî daye dîyarkirinê,wekî qirara derheqa sazkirina komîtêyêda wextê r’asthatina serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî û nevsên wezîreta pêşmergaye dercebilind hatîye qebûlkirinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî cîgirê serokê K’urdistanê, wek’îlên wezîreta pêşmerga û p’areskerên h’ejmara 7O-î û 8O-yî wê bik’evine nava komîtê û piştî wê yekê komîtê wê r’aportê hazirke, ku  çi xebat hatine kirinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî meremê sazkirina komîtê ewe, ku pêşmerge werguhêzî qewata net’ewîbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button