SerekeSîyasî

Nêç’îrvan Barzanî: h’elkirina pirsgirêka k’urd wê li r’ohilata navîn qewînbûnê bide ç’areserkirinê

Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî bangî alîyên nava de’w û dozêda kirîye, ku pirsên xwe bi r’îya e’dil h’elkin û daye dîyarkirinê,wekî h’elkirina pirsgirêka k’urd wê dereca qewînbûna li r’ohilata navîn bide bilindkirinê. Derheqa wê yekêda Nêç’îrvan Barzanî wextê axavtina xweye li konfêransa bi sernavê “ Aşîtî û bêqezîabûna li r’ohilata navîn” gotîye, ya ku li zankoya Amêrîkayê û K’urdistanêye li Dihokê derbaz bûye. “Pirsgirêkên li r’ohilata navîn ne t’enê kirîzîsê li herêmê pêşda tînin, lê usa jî zyanê dighînine berjewandîyên welatên mezine li dinîyaê”,-Barzanî gotîye. Çi ku li r’ohilata navîn qewimîye, r’ûê şaşîyên berêda û xerîta gêopolîtîkîyêda bûye. Serokê Herêma K’urdistanê daye dîyarkirinê,wekî piştî k’etina r’êjîmên hinek welataye li r’ohilata navîn r’ola hinek welata nimiz bûye û bi wê yekêva t’evayî dewletên mezin k’etine nava lecê û ew yek werguhêzî şêr’ bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button