SerekeSîyasî

Wezîreta R’ûsîyaêye p’arastinê r’ûê gefxwerinên Enqerêye derheqa destpêkirina opêrasîyona leşkerîye li bakûrê Sûrîyaê zendegirtî maye

Wek’îlê wezîreta R’ûsîyaêye p’arastinê gênêral-mayor Îgor Konaşênkov e’lam kirîye,wekî e’lametîya wezîrê T’irk’îyaêyî k’arên der Mêvlût Çaûşog’lûye derheqa wê yekêda, wekî R’ûsîyaê sozdayînên xwe neqedandine û bo wê yekê jî Enqere opêrasîyona leşkerîye li bakûrê Sûrîyaê dikare careke mayîn destpêke, zendegirtî hiştîye. “E’lametîya wezîrê T’irk’îyaêyî k’arên der dikare provokasîya nava h’alê li bakûrê Sûrîyaê pêşda bîne. R’ûê wê yekêda h’al dikare sertbe”,- ewî gotîye r’ojne’mevana.Hatîye r’agîhandnê,wekî r’oja duşemê Çaûşog’lû derheqa hazirîya Enqerêda e’lam kirîye, ku ew dikarin careke mayîn opêrasîyonê destpêkin, heger k’omên k’urda ji sînorên T’irk’îyaê û Sûrîyaê neyêne dûrxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button