H’emû nûçe

Bîznêsmênên Qeterê wê li Ermenîstanê biqesidin bo ku alîyên hevk’arîyê gotûbêj bikin

Serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan, yê ku bi seredana r’esmî li Dewleta Qeterêye, r’astî serk’arên asosîyasya bîznêsmênên Qeterê û  endamên wê, usa jî wek’îlên hevaltîya hatîye. Hatîye r’agîhandinê, wekî Sargsyanê serokk’omar mecalên învêstîsîyon û konkûrênsîyayêye li Ermenîstanê r’aber kirîye û daye dîyarkirinê ku Ermenîstan, bi hevk’arîya t’evî Yekîtîya Avropayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, dikare mecalên derk’etina li sûkên welatên mayîn û r’êyên tranzît pêşnyar bike. Vekirina baylozxana Ermenîstanêye li Qeterê, hildana r’êjîma vîzayê, heyîna r’îya hewêye di navbera herdu welatada, serokk’omar bona ne t’enê tûrîzmê, lê usa jî bona pêşxistina p’êwandîyên bîznêsê çawa mecala baş h’esab kirîye. Bona pêşxistina hevk’arîyê serokk’omarê Ermenîstanê govekên tûrîzmê, ulm, p’erwerdê, têk’nolocî, senaya xurek, zêr’kerîyê û govekên mayîn h’esab kirîye. Endamên asosîyasya Qeterêye bîznêsmêna derheqa hazirîya hevk’arîya t’evî Ermenîstanê e’lam kirine. Wextê r’asthatinê p’evk’etin hatîye destanînê ku seredana bîznêsmênên Qeterêye li Ermenîstanê t’eşkîl bikin ku cîda nasya xwe bidne mecalên hevk’arîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button