SerekeSîyasî

Falih Fayaz: Kurdistan nava h’elkirina pirsgirêkên îraqîda dikare r’ola xwe bilîze

Şêwirmendê alîyê pirsên bêqezyabûna Îraqê Falih Fayaz e’lam kirîye, wekî Herêma K’urdistanê nava pirsgirêkên îraqîda dikare r’ola xweye cuda bilîze. Wextê axaftina xweye li civîna p’êşk’êşî pirsên aşîtî û qewînbûna R’ohilata Navîn, ya ku zankoya amêrîkîye li Kurdistanê t’eşkîl kiribû, Falih Fayaz pirsgirêkên Îraqê, p’êwandîyên Hewlêrê û Beg’dayê û h’elkirina pirsgirêka k’urde li R’ohilata Navîn qîmet kirine. «Pirsgirêka k’urd pirsgirêka R’ohilata Navîne serekeye û m’enîke serekeye ku herêm qewîn nîne»,- Fayaz gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî h’elkirina pirsgirêka k’urde li R’ohilata Navîn gelekî grînge. Ewî usa jî gotîye, wekî meremekî sazkirina kabînêta Îraqêye nû h’elkirina pirsgirêka k’urde û h’emû pirs gerekê anegorî konstîtûsyayê bêne h’elkirinê û mafên h’emû alîya gerekê  bêne xweyîkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button