H’emû nûçe

Nîkol P’aşînyan li înstîtûta Mîlanêye sîyasîzanîêye navnet’ewî derheqa pirsgirêkên li Kavkaza Başûr xeberdaye

Seredana Nîkol P’aşînyanê serekwezîre li K’omara Îtalîyaê berdewam dibe. Çawa ku me da dîyarkirinê, P’aşînyan li înstîtûta Mîlanêye navnet’ewî qesidîye û li wir bi xeberdan pêşda hatîye. “Çawa ku hûn zanin, Ermenîstan li r’êgîona neqewîne, li k’îderê gelek r’îskên bêqezîyabûnê hene. Li Kavkaza Başûr hela hê de’w û dozên neh’elkirî hene, yên ku sertbûnê, leca sîlih’a û sîyasîya h’iznekirinê pêşda tînin. Piştî h’edimandina dîwarê Bêr’lînê, nêzîkî 3O-î salî sînorên T’irk’îyaê û Adirbêcanêye t’evî Ermenîstanê derdadayî mane.Bi nexwestina îzbatkirina heleqetîyên dîplomatî û piştgirîya hindava Adirbêcanêda, ya dijî Ermenîstanê û Qerebag’ê, T’irk’îya dîsa çawa qezîya bona Ermenîstanê û cime’ta ermenî dimîne, yên ku sedsala 2O-îda li împêratorîya osmanîyê hatine qet’ilkêirinê. Nenihêr’î wê yekê,wekî sînorên meye t’evî Gurcistanê û Îranê vekirîne, lê ji alîyê êkonomîkîda meriv dikare bêje ku ew nîv vekirîne. Bona me pirsa here mezin de’w û doza Qerebag’êye û ew dîsa çawa kanîya sertbûnê dimîne û qezîyaye bona destpêbûna opêrasîyonên leşkerî”,- P’aşînyan gotîye. Bi xeberdana derheqa pirsgirêka Qerebag’êda P’aşînyan gotîye,wekî ew pirseke girane û bêyî ce’dandina, bêyî berdaxustina, qedirgirtina hindava hevda û balansê nikare bê h’elkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button