SerekeSîyasî

Partîya Dêmokrasîya Gelaye li T’irk’îyayê bang kirîye ku li T’irk’îyayê hilbijartinên ji we’de zûtir derbazkin

Partîya Dêmokrasîya Gelaye li T’irk’îyayê bang kirîye ku li T’irk’îyayê hilbijartinên ji we’de zûtir derbazkin. Nava van çend mehên derbazbûyîda 24 serokên şaredarîyaye ji Partîya Dêmekrasîya Gela ji qulixên wan hatine derxistinê. H’ukumata Êrdog’an wana nava pêwandîyên t’evî PKK-ê gunehk’ar dike. “Em dibêjin hilbijartinên ji we’de zûtir bona ku milet ji serk’arîkirina AKP û Partîya H’eja miletçîtîyê azabin. Em bangî t’emamîya opozîsyayê dikin ku dora vê hîvîkirina bo hilbijartinên ji we’de zûtir bibine yek û gavên anegor biavêjin”,-nava e’lametîya partîyayêda hatîye gotinê. Nava e’lametîyêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî meremê partîyayê t’une ku ji par’lamêntê derbik’eve, çimkî ewê “bihakî mezin” daye kö bighîje açixya û «wê ji zona şer’karîyê dernek’eve».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button