SerekeSîyasî

Pêntagon: Dagirkirina T’irk’îayêye li Sûrîayê û paşdavek’işandina eskerên amêrîkî qewat dane DAÎŞ-ê

T’eşkîleta DAÎŞ-ê opêrasîyona T’irk’îyayêye leşkerîye li Sûrîyayê û paşdavek’işandina eskerên amêrîkî bona berevbûna qewatên xwe hazîryên xweye bo êrîşên xweye nû, usa jî li welatên der, da xebatê. Derheqa wê yekêda nava r’aporta wek’îlê Pêntagonêda hatîye dîyarkirinê. R’aportêda usa jî hatîye gotinê, wekî li ser h’îmê înformasîyonên ce’sûsîya amêrîkî hatîye dîyarkirinê, wekî DAÎŞ-ê we’de û cî bide xebatê ku R’oavayê bike nîşangeh û piştgirîyê bide 19 ç’iqilên xweye li dinîyayê. Hatîye dîyarkirinê, wekî DAÎŞ-ê bice’dîne kontrola xweye li ser çend gund û bajar’ên li Sûrîyayê bide dasekinandinê. Usa jî hatîye gotinê, wekî Hêzên Sûrîya Dêmokratîk dîsa ji alîyê amêrîkîyada tên sîlih’kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button