H’emû nûçe

Qayîlnivîsara t’evî Yektîya Avropayê r’ojeva qewînkirina dêmokratîyaêye:P’aşînyan

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan daye dîyarkirinê, wekî dêmokratîya bona cime’ta ermenî qîmetê miletîyêye.Derheqa wê yekêda P’aşînyan li înstîtûta Mîlanêye sîyasîzanîyêye navnet’ewî gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî  Ermenîstan t’evî Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî nava şuxulk’arîya întêgrasîya êkonomîkîdane, lê qayîlnivîsara t’evî Yekîtîya Avropayê pêr’a hevk’arîya t’evî Yektîîya Avropayê dide ç’areserkirinê, ya ku r’ojeva qewînkirina dêmokratîyaêye li Ermenîstanêye. “Gelekî girînge fe’m bikin,wekî dêmokratîya fikira cime’ta medaye û dêmokratîya qîmetîya meye miletîyêye.Ew yek hate k’ifşê,wextê ku bi seda h’ezara meriv boy dêmokratîyaê, xweykirina qanûnê, şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê r’abûne ser p’îya”,-P’aşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button