SerekeSîyasî

Grêm: k’urd nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê hevk’arê meyî here baş bûne

Sênatorê ŞAY Lîndsî Grêm e’lam kirîye,wekî T’irk’îya gerekê derheqa wê yekêda bîr neke, ku hevk’arên ŞAY-ye here baş, yên nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê k’urd bûne.Grêm gotîye,wekî ew gumane, ku heleqetîyên t’ev T’irk’îyaê wê bêne normalkirnê: “Em dixwezin ku T’irk’îya teyarên F-35 hilbijêre, lê ne ku sîstêmên R’ûsîyaêye r’okêta. T’irk’îya gerekê wê pirsgirêkê giran neke.Em dixwezin ku heleqetîyên t’evî T’irk’îyaê başbin û T’irk’îya gerekê problêmên bêqezîyabûna miletîyê bi mêt’odên leşkerî h’el neke”.Sênator usa jî daye dîyarkirinê,wekî welatên başqe jî gerekê alî wê yekê bikin, ku heleqetîyên di navbera hêzên Sûrîya Dêmokratîk û T’irk’îyaêda bên normalkirinê û hema ev yek jî ç’areserkirina zona bêqezîyabûnêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button