H’emû nûçe

Îtalîya bi pêşdaçûyîna hevk’arîya t’evî Ermenîstanê h’ewask’are: seroka sênata Îtalîyaê

Li p’ayt’extê Îtalîyaê r’asthatina seroka sênata Îtalîyaê Marîya Êlîzabêta Kazêlatîyê t’evî Nîkol P’aşînyanê serekwezîr derbaz bûye. Seroka sênatê daye dîyarkiriê,wekî Îtalîya bi h’ewask’arî dîna xwe dide werguhastinên li Ermenîstanê, yên ku bona pêşdaçûyîna dêmokratîyaê girîngin û Îtalîya hazire nava şuxulk’arîya werguhstinada piştgirîyê bide Ermenîstanê. Bi gotina wê, ew yek wê alî heleqetîyên dualî û usa jî dîyaloga nava dorana Yektîya Avropayêda bike.Ewê gotîye,wekî sênata Îtalîyaê qayîlnivîsara Ermenîstanê û Yektîya Avropayê îzbat kirîye û niha ew li palata Parlmêntvana hatîye r’aberkirinê.Xeberdan usa jî derheqa heleqetîyên k’ir’în- frotanêye dualîda çûye. Nîkol P’aşînyan gotîye,wekî dîyaloga Ermenîstanê û Îtalîyaêye sîyasî li ser dereca bilinde û bi saya wê jî heleqetîyên êkonomîkî pêşda diçin. P’aşînyan gotîye,wekî îsal nava k’ir’în- frotana dualîda dereca bilind hatîye k’ifşê, învêstîsîyaên bi kapîtala îtalî zêde bûne.P’aşînyan gotîye,wekî Ermenîstan nava dorana guhar’tinadane û niha welat bi r’îya dêmokratîyaê pêşda diçe.P’aşînyan r’azalixî e’lamî sênata Îtalîyaê kirîye, bona wê yekê,wekî qayîlnivîsara t’evî Yektîya Avropayê hatîye îzbatkirinê û paşê li palata Parlamêntvana hatîye r’aberkirinê.Ewî usa jî derheqa înîsîyatîva naskirina k’omkujîya Ermenîda, ya ji alîyê palata Parlamêntvanada xeberdaye. Serekwezîrê Ermenîstanê derheqa de’w û doza Qerebag’êda jî daye dîyarkirinê û gotîye,wekî Ermenîstan h’elkirina pirsê t’enê bi r’îya e’dil dibîne. Seroka sênata Îtalîyaê ew yek silav kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button