H’emû nûçe

Nîkol P’aşînyan mecalên Ermenîstanêye învêstîsîyon r’aberî doranên Îtalîyaêye bîznêsê kirine

Li Îtalîyaê Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’astî wek’îlên bîznêsa Îtalîyaê hatîye. Hatîye r’agîhandinê,wekî wextê r’asthatinê pêrspêktîvên hevk’arîya dualî û usa jî berne’mên nû hatine gotûbêjkirinê. Serekwezîr mecalên şuxulk’arîya bîznêsêye li Ermenîstanê r’aber kirine û derheqa govekên ênêrgêtîkayê, tûrîzmê, têxnologîyaên înformasîyon û cêrge govekên mayînda xeberdaye.Ewî gotîye,wekî li Ermenîstanê mêxanîzmên p’arastina învêstîsîya dixebitin û niha mecalên baş saz bûne, ku li Ermenîstanê şuxulk’arîya bîznêsê mîyaserkin.Ewî usa jî gotîye,wekî bîznêsmênên avropî dikarin derk’evine sûka 2OO mîlîonê.P’aşînyan usa jî caba pirsa daye, yên ku derheqa heleqetîyên t’evî dewletên cînarda bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button