Aborî

Himberî sala par ji meha e’wlin h’etanî cotmehê, îsal nava wî we’deyîda jî zêdaya r’eqema aktîvbûnê bi 7,1 selefa zêdeye: Nîkol P’aşînyan

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’ûap’elê xweyî fêsbûkêda nivîsîye,wekî îsal himberî sala par zêdaya aktîvîya êkonomîkîye li Ermenîstanê gihîştîye 7,1 selefî. “Anegorî r’eqemên r’esmî zêdaya aktîvbûna êkonomîkî gihîştîye 7,1 selefava. Nava wî we’deyîda senayî gihîştîye 8,8 selefa, avayîçêkirin 4,5  selefa, k’ir’în- frotan 8,9 selefa. Deranîn bi 7,2 selefava zêde bûye. Bi vî cûr’eyî zêdaya êkonomîkî wê bighîje h’evt selefa”,- Nîkol  P’aşînyan  nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button