SerekeSîyasî

Li bakûrê Sûrîyaê bona bajar’ê Ayn Îsayê careke mayîn şer’ destpê bûye

Li provînsîya Sûrîyaêye R’eqayê, nêzîkî bajar’ê Ayn Îsayê di navbera qewatên k’urda û ç’ekdarên ku piştgirîya t’irka dikin, p’evçûyîn destpê bûne.K’urd dice’dînin, ku pêşdaçûyîna leşkerên t’irkaye berbi bajar’ê Ayn Îsayê bidine sekinandinê.Qewatên t’irka û k’irêkirîyên wan tank û artîlêrîya dane xebatê. Êrîş bi çend alîyava destpê kirine, ku bajar’ê Ayn Îsayê hildine destê xwe. Hêzên Sûrîya Dêmokratîk e’lam kirine,wekî qewatên T’irk’îyaê careke mayîn agirbest t’er’ibandine.Ev yek r’oja şemîyê qewimîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî bajar’ê Ayn Îsayê nava zona bêqezîyabûnêda nîne, k’îjanê T’irk’îya dxweze sazke û bo wê yekê jî k’urd e’lam dikin, wekî mafê wan heye, ku ew li wir bmînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button