SerekeSîyasî

ŞAY û hêzên Sûrîya Dêmokratîk wê opêrasyîona dijî DAÎŞ-ê li Sûrîyaê careke mayîn destpêkin

Serk’arê fermandarîya qewatên ŞAY K’ênnêt Mak’ênzî gotîye,wekî qewatên amêrîkî t’evî qewatên Sûrîya Dêmokratîk wê zûtirekê li Sûrîyaê dijî DAÎŞ-ê opêrasîyonê destpêkin. Gênêral gotîye,wekî niha bin destê wîda 5OO leşkerên amêrîkî hene. Bi gotina wî ew leşker wê li ser t’abîyên xwe bimînin û t’evî qewatên Sûrîya Dêmokratîk wê hevk’arîyê bikin, bona ku opêrasîyona dijî DAÎŞ-ê berdewam bikin.Destpêka meha cotmehê  Donald T’ramp’ê serok e’lam kir,wekî eskerê welatê wî ji Sûrîyaê tên derxistinê û peyî wê yekêr’a eskerê t’irka opêrasyîon dijî k’urda destpê kirin. Paşê ewî got,wekî çend sed leşkerên amêrîkî wê li Sûrîyaê bimînin, bona ku bîrên neftêye li  dor- bera bip’arêzin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button