H’emû nûçe
Serokê meh’kema Ermenîstanêyî berê Gêvorg Kostanyan bi îşê girêdayî qewimandinên yekê adarêr’a çawa gunek’ar hatîye pêşdak’işandinê
Serokê meh’kema Ermenîstanêyî berê Gêvorg Kostanyan bi îşê girêdayî qewimandinên yekê adarêr’a çawa gunek’ar hatîye pêşdak’işandinê. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssyaê, ya qulixdarîya Ermenîstanêye lêpirsînêye mexsûs Marîna Ohancanyanê gotîye. Gêvorg Kostanyan çawa gunek’ar hatîye pêşdak’işandinê û anegorî qanûna 2O3-a hatîye pêşnîyarkirinê, ku nava 48-seh’etada ew li îdara anegor hazirbe”,-Marîna Ohancanyanê gotîye.