SerekeSîyasî

Serokê provînsîya Mûsilêyî nû bona p’êwendîyên dostîêye t’evî K’urdistanê pêşda tê

Serokê beşa partîya K’urdistanêye Dêmokratîke 14-ye li Mûsilê, E’lî Xelîl Bêtk’arî e’lam kirîye,wekî serokê provînsîya Nînêvîyayî nû t’evî Herêma K’urdistanê nava p’êwendîyên başdane û ewê bi aktîvî bixebite. Fermandarê eskerê Îraqê çawa serokê provînsîya Nînêvîyaê hatîye hilbijartinê.Dengdayîn peyî wê yekr’a derbaz bûye,wextê ku Şêwirê dijî serokê provînsîyaêyî berê Mensûr Al Maraîd pêşda hatîye.Peyî wê yekêr’a Necîm Al Cebûrî hatîye hilbijartinê, yê ku pêşda qulixa fermandarê eskerê li Nînêvîyaê bû. Xelîl Bêtk’arî gotîye,wekî Necîm Cebûrî dikare wî îşî bike, cêr’ibandina wî heye, çimkî ew berê serokê provînsîya T’êl Afarê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button