SerekeSîyasî

Barzanîyê serekwezîr û dêlêgsîya Brîtanîyaê planên r’êformaye li K’urdistanê gotûbêj kirine

Me’srûr Barzanîyê  serekwezîr dêlêgasîya wezîreta Brîtanîyaêye k’arên der bi serk’arîya seroka beşa pirsên r’ohilata navîn û Afrîka bakûr Stêfanî Al Kagê qebûl kirîye.Dêlêgasîya Brîtanîyaê careke mayîn derheqa piştgirîya hindava h’ukumata K’urdistanêda daye dîyarkirinê û derheqa r’êformada xeberdaye, nava wanda usa jî  derheqa r’êformên wezîreta pêşmerga.Çi ku derheqa Îraqêdane, xeberdan derheqa protêstokirinên li wir çûye û alî qayîl bûne,wekî serekwezîrê Îraqê gerekê  bona  r’azîkirina de’wek’arîyên protêstokira we’de cuda bike.Wana usa jî daye dîyarkirinê,wekî zordarî û bêqanûnîyên li Îraqê wê bona h’ewaks’karîyên îraqîya û t’emamîya r’êgîonê qulix nekin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button