H’emû nûçe
Ermenîstan nava îndêk’sa gulvedanêda ji h’emû welatên Sovyêta berê pêş k’etîye
Nava îndêk’sa sala 2O19-da, ya înstîtûta brîtanîye gulvedanê, Ermenîstan xêncî Gurcistanê û welatên balt’îyê ji h’emû welatên Sovêta berê derbaztir bûye.Sayt’a înstîtûtê daye dîyarkirnê,wekî Ermenîstan cîyê 61-ye û himberî sala par ew bi 27 xalava bilind bûye.Ew ji welatên herêmê t’enê peyî Gurcistanêye, ya ku cîyê 53-ye, û wî cûr’eyî ji R’ûsîyaê, T’irk’îyaê, Adirbêcanê û Îranê derbaztir bûye. Ji welatên Sovyêta berê cîyên here bilindda welatên Balt’îyêne.Ev navnîş anegorî dereca pêşdaçûyîna êkonomîkayê, atmosifêra bîznêsê, serk’arîkirina dewletê, dereca p’erwerdê, sag’lemîxweykirinê, azaya şexsî, bêqezîyabûnê, hatîye hazirkirinê.