H’ukumata Herêma K’urdistanê qirar qebûl kirîye, ya ku îzinê dide, ku zar’okên sêwî bi r’esmî çawa zar’okên xwe qebûlkin û wan zar’oka bikine zar’okên xwe. Ji alîyê t’eşkîleta mafp’arêzda ev qirar bi r’azîbûn hatîye qebûlkirinê. K’atibê şêwira mafên mêrive li K’urdistanê T’avge Omer gotîye,wekî ev qirar gaveke girînge û wê r’êke baş bide vekirinê. Ewî daye dîyarkirinê,wekî bona prosêsa bi r’esmî qebûlkirina zar’oka çawa zar’okên xwe,wezîreta prsên sosîyalî gerekê hinek guhar’tina nava sêwîxanada bike, lê ew zar’okên ku gerekê her’ine nava malbeta, mafên wan gerekê bêne p’arastinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close