SerekeSîyasî

Me’srûr Barzanîyê serekwezîr guhdarîya mezin dide ser net’ewên kêmjimare li K’urdistanê

Wezîrê Herêma K’urdistanêyî pirsên net’ewên kêmjimare li K’urdistanê Aydîn Marûf e’lam kirîye,wekî Me’srûr Barzanîyê serekwezîr guhdarîya mezin datîne li ser net’ew û olên kêmjimare li herêmê. “Sazkirina wezîreta bona pirsên net’ewên kêmjimare ku li K’urdistanê dijîn, şe’detîya wê yekê didin, ku serekwezîrê K’urdistanê derheqa net’ewên kêmjimare li herêmê difikire”,- Aydîn Marûf gotîye. Aydîn Marûf ji alîyê t’irk’mênada k’etîye nava h’ukumata K’urdistanê.Ewî gotîye,wekî serekwezîr t’eslîm kirîye ku bi t’aybetî guhdarîyê bidine li ser net’ewên kêmjimare li K’urdistanê. Nava kabînêta wezîrada bi r’esmî ji h’emû net’ewên kêmjimar û olên kêmjimar hatine r’aberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button