H’emû nûçe

Ermenîstanê alîk’arîya hindava cime’ta Sûrîyaê berdewam bike: Zohrab Mnasakanyan

Ermenîstanê alîk’arîya bona cime’ta Sûrîyaêye dost, boy şaîtîya r’êgîonê û bêqezîyabûna wê berdewam bike. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan wextê civîna Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve li Bîşk’êkê gotîye. Wezîr derheqa h’alê li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê, yê r’ûê dagirkirina T’irk’îyaêda pêşda hatîye, xeberdaye û derheqa h’alê ol û net’ewên kêmjimarda xeberdaye. Nava encamên civînêda e’lametîya organîzeyêye t’evayî hatîye qebûlkirinê, nava  k’îjanêda usa jî derheqa mîsîya Ermenîstanêye li Sûrîyaê, ya derheqa alîk’arîya hûmanîtarîda, hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button