Partîya Dêmokrasîya Gela careke mayîn bang kirîye, ku li T’irk’îyaê ji we’de zûtir hilbijartina derbazkin.Wextê axavtina xwe, h’evserokê partîyaê Sêzayî T’emelî gotîye,wekî ew bona h’ukumata ji alîyê parlamêntêda sazkirî, ji alîyê cime’têda hilbijartî, lê ne ku bona “Nevsên amin” şer’k’arîyê dikin. “Em bang dikin, ku hilbijartinên ji we’de zûtir bên derbazkirinê, bona ku nevsên wa gotî amin û faşîzmê bavêjine alîkî”,-T’emelî gotîye.H’ukumata T’irk’îyaê 24 serokbajar’ên k’urd ji qulixên wan derxistin û ew nava wê yekêda gunek’ar kirin, ku ew t’evî PKK-ê nava heleqetîyadanin.Dewsa wan serokbajar’a h’ukumatê merivên xwe k’ifş kirine.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close