H’emû nûçe

Sala 2O2O-î li Avropayê têr’a tê dîtinê “H’emcivîna yektîya Avropaê û Ermenîstanêye învêstîsîyon” derbazkin:Tîgran Avînyan

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan wek’îlê komîsîya Avropaêyî pirsên cînartîya r’ohilatê Loûrêns Mêrêdît’ qebûl kirîye. Hatîye r’agîhandinê,wekî wextê r’asthatinê usa jî serk’ara dêlêgsîya Yektîya Avropaêye li Ermenîstanê Andrêya Vîktorîna bayloz hazir bûye. Tîgran Avînyan hevk’arîya t’evî Yektîya Avropayê bilind qîmet kirîye û pêşdaçûyîna heleqetîyên t’evî yektîyê r’aber kirîye. Loûrêns Mêrêdît’ gotîye,wekî Yektîya Avropayê wê piştgirîya hindava werguhastinên h’ukumata Ermenîstanê berdewam bike.Xeberdan usa jî derheqa învêstîsîyaên li Ermenîstanê çûye. Tîgran Avînyan gotîye, wekî sala 2O2O-î têr’a tê dîtinê ku li Avropayê h’emcivîna Yektîya Avropayê û Ermenîstanêye învêstîsîyon derbazkin. Alîya cêrge pirsên girêdayî cêrge govekar’a gotûbêj kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button