H’emû nûçe

Nava şuxulk’arîya hevr’axeberdanên bona pirsgirêka Qerebag’ê mer’a li hev hatîye em li ser t’abîyên anegorî berjewandîyên xwe bisekinin:P’aşînyan

Nava sal nîveke dawîda h’ukumata Ermenîstanêr’a li hev hatîye pirsgirêkên sîyasîya der h’elke. Derheqa vê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Nava  vê h’emtêk’stêda ez girîg h’esab dikim,wekî h’ukumata mer’a li hev hatîye, ku em li ser t’abîyên anegorî berjewandîyên xweye stratêgî bisekinin.Gilî derheqa şuxulk’arîya hevr’axeberdanên bona pirsgirêka Qerebag’êdane.Pirsa mayîn ewe,wekî mer’a li hev hatîye qewînbûna dêmokratîyaê bidine ç’areserkirinê û ew yek li ser aminaya cime’tê hatîye h’îmdanînê”,-P’aşînyan gotîye.Ewî serda zêde kirîye,wekî nava sal nîvekêda prosêsên nava êkonomîkayê, sîyasîya der, şuxulk’arîya h’elkirina pirsgirêka Qerebag’ê, e’mirê sîyasî û qîmetîyên dêmokratîkda hatîye k’ifşê,wekî sîyasîya h’ukumatê anegorî berjewandîyên dewletê û Ermenîstanêye miletîyêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button