SerekeSîyasî

Wê dawîya Îraqê bê, heger serekwezîr Adil Mahdî qulixa xweda bimîne: Sedir

Eva dikare bibe destpêka dawîya Îraqê, heger serekwezîr Adil Mahdî ji qulixa xwe dûr nek’eve. Derheqa wê yekêda wek’îlê Îraqîyî r’uh’anî Muktada As Sedir gotîye. Ewî bangî h’ukumatê kirîye, ku lez ji qulixê dûrk’evin, bona ku xûnr’êtin bê sekinandinê. Ewî usa jî bangî protêstokira kirîye, ku şikyatkirinên xwe bi r’îya e’dil mîyaserkin, lê ewên ku zordarîyê  t’eşkîl dikin, gerekê li ber cabdarîyê bisekinin.Lîdêrê şih’îên Îraqê Sedir ew gotin çawa yên ner’ast h’esab kirine,wekî piştgirên wî t’evî êrîşa li ser konsûlxana Îraqê kirine, nava encamên k’îjanêda konsûlxana Îraqê hatîye şewitandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button